All NewsTop

Azerbaycan ji maf û ewlehiya Ermeniyên Qerebaxê jawdar e. Karûbarê siyaseta derve ya YE

Niha ermeniyên ji Qerebaxê piştî operasyonên leşkerî yên Azerbaycanê yên di 19 û 20 Îlonê da û dadana Korîdora Laçînê ku çend meh hatibû dadanê, bi temam derdikevin. Xelk malên xwe terk dikin û li Ermenîstanê penaber dibin. Ev yek di daxuyaniya servîsa çapemeniyê ya servîsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê da hatîe gotinê.

Lazim e bi lezgînî alîkariyên mirovî yên mane û bê asteng ji bo wan kesên ku hîna li Qerebaxê hewcedar in û her wiha ji kesên ku derketine rê bên pêşkêşkirinê.

Komisyona Ewropî ji bo dayîna pakêteke zêde ya alîkariyên mirovî bi qasî 5 milyon euro ragihandîe ji bo wan kesên ku ji Qerebaxê koçber bûne û hatine Ermenîstanê û ji bo kesên ku di hundirê Qerebacê da mexdûr in,  wana ra alîkariyê pêşkêş bike. YE û welatên endamên wê amade ne ku alîkariyên mirovî yên zêde bikin.

Azerbaycan berpirsiyar e ji dabînkirina maf û ewlekariya ermeniyên Qerabaxê, di nav da mafê wan ku di malên xwe da bi rûmet û bê tirs û cudahî bijîn, û hem jî mafê vegerandina awareyan.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button