Politics

Mîsyona aştiyê ya Rûsyayê hebûna aştiyane ya Ermenîyan li Qerebaxê misoger nekir։ Marukyan

Di vê demê de bi hezaran ermeniyên ji Qerebaxa Çiya ber bi Ermenîstanê ve tên derxistin. Li ser vê yekê balyozê Komara Ermenîstanê yê bi peywirên taybet Êdmon Marukyan di mîkrobloga xwe ya “X” de nivîsî.

Li gorî wî, ev kes têne derxistin, ji ber ku di 19ê Îlonê de Azerbeycanê êrîşeke leşkerî li dijî xelkê sivîl li Qerebaxa Çiya kir, di encamê de ne tenê bi sedan mirî û birîndar çêbûn, lê bi hezaran sivîl jî mal, gund û civatên xwe winda kirin.

“Bi gotineke din, ji ber bloka derqanûnî ya li ser Korîdora Laçînê û piştî êrîşa 19’ê Îlonê, gel 9 mehan birçî ma. Bi darê zorê ji malên xwe hatin koçberkirin û piştî razana 6 rojan li stargehan de birçî û tî, derfet nehat dayîn, ku vegerin malên xwe, ji axa bav û kalan hatin derxistin.

Em qebûl dikin, ku mîsyona aştiyê ya Rûsyayê li ser bingeha daxuyaniya sê alî ya 9ê Çiriya Paşina 2020an hebûna xwe ya aştiyane li Qerebaxê misoger nekir. Em dipejirînin ku YE, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û hemû saziyên navneteweyî yên din nekarîne maf û garantiyên ewlehiyê yên Ermeniyên Qerebaxê misoger bikin, tevî ku van saziyan gelek caran di nav hewldanên xwe yên navbeynkariyê de diyar kirine, ku maf û parêzbendiyên ermeniyên Qerebaxê di çarçoveya mekanîzmayên navneteweyî de bên garantîkirin, ku bi awayekî ewle li axa bav û kalên xwe bijîn։” Marukyan nivîsî․

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button