
Artêşa Parastinê ya Qerebaxê radigihîne ku şer li ser xeta pêwendiyê bi dijwarî berdewam dive.
Yekîneyên Hêzên Çekdar ên Azerbaycanê bi gulebarana ji çekên curbecur operasyonên xwe yên pêşdeçûnê didomînin û binesaziyên sivîl jî hedef girtine.
“Yekîneyên Artêşa Parastinê bi çalakiyên parastinê berxwedaneke domdar nîşan didin û di encamê da windahî li yekîneyên Hêzên Çekdar ên Azerbaycanê ketine”. Daxuyaniya Artêşa Parastinê dibêje.