
Topbaran û gulebarana li derdora Stêpanakêrtê rawestiyaye. Li ser vê yekê xelkê bajarê Stêpanakêrtê Gayanê Gêvorgyan di axaftina xwe ya bi nûçegihanê “Armenpress”ê re da zanîn ku piştî saet 13:00’an ti dengê topbaran û gulebaranê nehatiye bihîstin.
“Naha, mirov dudil in ku ji stargehan derkevin, tenê beşek ji wan tenê li derve radiwestin, bi vî rengî, ji bo ku hewaya paqij bistînin.” – Gêvorgyan lê zêde kirîe.
Herwiha da zanîn ku, êvara 19ê Îlonê, topek li devera nêzîkî mala wan ket û bi bextewerî karîn rizgar bibin. Tenê mal xera bû, pişt re wan bi zarokan re li jêrzemîna bi ewle ya xaniyekî din ê taybet siparti