All NewsTop

Heger Baîdên û Pûtîn li hev bên, jenosîda li Qerebaxê nav rojekê da dikare were sekinandinê. Okampo

2022 Li gorî daxuyaniya Serdozgerê berê yê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî Lûîs Morêno Okampo, ji meha Kanûnê û vir va birçîbûn çekek bêdeng bû ji bo qirkirina 120 hezar Ermeniyên li Qerebaxê.

“Îro rêbazeke nû ya qirkirinê hatiye zêdekirin – bombekirin. Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev ji rewşa ku di encama şerê Ukraynayê de derketiye îstîfade dike û qirkirinê bikar tîne da ku mexdûrên xwe neçar bike ku dawî li xweseriya Qerebaxê qebûl bikin.”

“Civaka navneteweyî heta niha kiryarên jenosîdê yên Aliyev tehemmul kiriye. Wextê şiyarbûnê ye. Welatên Ewropî, Fransa, dikarin alîkarîya Serok Biden û Serok Pûtîn bikin ku di sala 2023an de Qirkirina Ermenîyan rawestînin.”

“Serok Biden di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de soza pêşxistina hevkariyê da ku êşa şer bi dawî bibe. Aştîparêzên Rûsî tenê hêzên leşkerî ne ku berê li Qerebaxê bi cih bûne û dikarin ermeniyan biparêzin û bi vî awayî alîkariya Biden bikin ku soza xwe bicîh bîne,” Luis Moreno Ocampo got.

“Eger Serok Biden û Serok Pûtîn di vê qadê de li hev bikin, jenosîd dikare di rojekê de were rawestandin. Komkujiya li dijî Ermeniyan divê nebe bandora şerê li Ukraynayê.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button