PoliticsTop

Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê bang li Azerbaycanê kir, ku demek zu de operasyonên leşkerî biterkîne

Sekretera Giştî ya Konseya Ewropayê Mariya Pejcînovîç Bûrîch di hevdîtina 19ê Îlonê ya bi Wezîrê Karên Derva yê Azerbaycanê re, ku di çarçoveya gotûbêjên giştî yên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de hate derbaskirin, der barê raporên zêdekirina eskerî ya li derdora Qerebaxê da nîgeraniyeke cidî nîşan da.

Li ser vê yekê Konseya Ewropayê daxuyaniyek da.

“Ez xemgîn im ku sivîlên bêguneh, ku ji niha ve ji ber qeyranek mirovî ya dijwar li herêmê dikişînin, careke din giraniya bikaranîna hêzê dibînin. Tewî wê pirsî lihevhatin nabe. Min bang li Azerbaycanê kir ku demek zu de operasyonên leşkerî biterkîne. Dem dema danîna çekan, kêmkirina şer û destpêkirina diyalogê hatiye:” wê got:

Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê amaje bi wê yekê jî kir, ku tenê diyalogeka hemû aliyan dikare bibe sedema aştiyeke mayînde.

Tê gotin, ku Konseya Ewropayê amade ye ku beşdarî vê pêvajoyê bibe û piştgirî bide vê pêvajoyê, da ku bi tevahî mafên hemûyan, kêmîneyên neteweyî jî di nav de, pêk werin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button