All NewsTop

Lêvon Aronîan: Ez di wê baweriyê da me ku hewcedariya Azeriyên asayî bi bloka Qerabaxê lazim nîne

Lêvon Aronîan, serokê berê yê tîma şetrancê ya Ermenistanê û endamê tîma Amerîkayê, di nivîseke xwe ya li ser torên civakî da banga şermezarkirina blokadaye Qerebaxê û alîkariya ji bo jinavbirina wê kirîe.

Bajarê Stêpanakêrtê ku xizmên min lê dijîn, zêdetirî 9 meh in tevahiya Qerebaxê da bin blokada yê dane. Di pratîkê da xwarin tune, tevî dermanên ku ji bo pêşkeftina normal ya zarokan, di nav da ji bo kal û pîrên bi nexweşiyên dil ra hewce ne.

Jixwe cîhan dest bi bikaranîna peyva “jênosîd” kiriye. Û ev di sedsala 21. da.

Ez di wê baweriyê da me ku azeriyên asayî ne hewceyî vê ablûqeyê ne. Ev beşek ji reftarên mirovekî ye ku wê di ser qanûna Xwedê û exlaqê gerdûnî ra digire. Kesê ku ji nûnerên gelê min ra dibêje “kûçik”. Navê wî kesî Îlham Alîyêv e.

Ez bang li hevalên xwe yên GM dikim. Mafê me nîne ku bi bêdengiya xwe tiştên diqewimin rewa bikin. Û ez bawer im ku hevkarên min ên Azerbaycanê bi rewşa nemirovane ya ku Îlham Alîyêv ji bo gelê Qerebaxê çêdike qet eleqedar nabin. – Lêvon Aronîan li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button