All NewsTop

Di civîna Komîteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê da pirsa bermahiyên çandî û dîrokî yên Qerebaxê hatîe gotûbêjkirinê

Li Riyada paytexta Erebistana Siûdî 45emîn civîna berfireh a Komîteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê ji 10 heta 25ê îlonê tê li darxistin û tê da serokê beşa Peymana parastina mîrata çandî û xwezayî ya cîhanê 1972 Harûtyûn Vanyan hazir bûye.

Di axaftina xwe da li ser navê heyeta Ermenîstanê Harûtyun Vanyan bal kişand ser wê yekê ku Azerbaycan her dem platforma çandî ya UNESCOyê siyaset dike, sûcên bêbingeh û derew li Ermenîstanê dike û ev reftar li dijî nirx û prensîbên rêxistinê ye.

Nûnerê Ermenîstanê jî li dijî pêşniyara Azerbaycanê ya ku şikeftên Azoxî û Vêrîn Taghêr ên li Qerebaxa Çiyayê di lîsteya destpêkê ya Azerbaycanê da cih digirin, nerazî bûna xa gotîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button