Azerbeycana Çîyayê Qerebaxê jî di nav da Stêpanakêrt bombe dike. Li bajêr hişyariya hewayê hat ragihandinê. Hem niştecihên xwecihî û hem jî Bakûya fermî derbarê êrîşê da radigihînine.
Li gorî daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Azerbaycanê, Bakû topbarankirina xelkê sivîl weke “operasyoneke dij-terorîst” bi nav dike û armanca wê “vegerandina nîzama destûrî” dinirxîne û tekez dike ku hêzên aştiyê yên Rûsî û birêveberiya Navenda Çavdêriya Rûsî-Tirkî derbarê operasyonê de hat agahdarkirinê.
Beriya niha Wezareta Berevaniya Qerebaxê ragihandibû ku derdora saet 11:10, hêzên çekdar ên Azerbaycanê li herêma Askeranê bi topên hawanê agirbest binpê kirine. Di encama binpêkirina agirbestê de ji aliyê Ermeniyan ve ti ziyanên canî çênebûn.
Wezaretê, nûçeya Azerbaycanê ya ku dibêje derdora saet 11:45’an yekîneyên Artêşa Parastinê li herêma Askeranê agirbest binpê kirine derewe.
Beriya niha wezaretê red kiribû ku hêzên berevaniyê bi şev çeperên Azerbaycanê yên li navçeyên Askeranê yên dagîrkirî dane ber topan.