PoliticsTop

Êrîvanê di derbarê erêkirina Statuya Romayê de pêşniyar ji Moskovê re şandiye: Marukyan

Ermenîstanê di derbarê rewşa, ku di derbarê erêkirina Statuya Romayê de çêbûye pêşniyar ji Rûsyayê re şandiye, niha nîqaş tê kirin. Balyozê Komara Ermenîstanê yê bi peywirên taybet Êdmon Marukyan di hevpeyvîna xwe ya bi TASSê re ev tişt got.

“Der barê Statuya Romayê de ez wek kesekî agahdar dikarim bêjim, ku di vî warî de teklîyek ji Federasyona Rûsyayê re hat kirin, civînek hat derbaskirin û xebat didomin. Eşkere ye, ku Statuya Romayê ne li dijî Federasyona Rûsyayê, ji ber sûcên şer ên, ku aliyê Azerbaycanê li ser xaka Komara Ermenîstanê kirine, hatiye erêkirin. Hevalbendên me yên Rûs vê yekê baş dizanin. Divê ew bibin mijara sûcên navneteweyî,” got Marukyan.

Wî bal kişand ser wê yekê, ku Wezareta Derve ya Ermenîstanê wê li gorî rêgezan bersiva giliyê Wezareta Derve ya Rûsyayê bide. Marûkyan amaje bi derbaskirina tetbîqatên leşkerî yên Ermenî-Amerîkî li hember vê rewşê jî kir û got,ku ew tetbîqatên leşkerî di çarçoveya erkê parastina aştiyê de tên derbaskirin.

“Di sala 2011’an de cara pêşê hatin derbaskirin, lê wê demê tu pirs derneket. Ev ne tetbîqatên leşkerî yên ewil in û di çarçoveya mîsyona aştîparêziyê de tên derbaskirin, ku welatê me jî tê de beşdar dibe:” got balyozê bi erkên taybet.

Di 13ê îlonê de serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ragihand, ku wê bi helwesta wî û bi piştgirîya hemû hevkarên wî yên parlementê qanûna Romayê were erêkirin. Wî her wiha got, ku tu têkiliya wê bi têkiliyên Ermenîstan û Rûsyayê tûnene.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button