All NewsTop

Peyama sembola ku li ser maşînên zirxî yên Azerbaycanê hatiye kişandin çi ye?

Azerbeycanê di van rojên dawî da li ser sînorê Komara Ermenîstan û Qerebaxê leşker, çek û wesayîtên zirxî yên zêde kom dike. Hêjayî gotinê ye ku vîdyoyên ku tê da karwanê leşker û wesayitên zirxî tê da nîşan didin, medya û torên civakî yên Azerbaycanê û piştra jî yên Tirkiyê da bi awayekî berfireh belav bûne.

Nîşana boyaxa spî hema hema li ser hemî wesayîtên konvoyê balkêş e. Ji vîdeoyan tê fêmkirin ku li ser wan kamyonan tîpa latînî “A” bi boyaxê serûbinî hatiye nivîsandinê. 

Ji mêdîya tirka înformasîya tê belavkirinê, wekî ew nîşan bi meremê “Yekbûna Nexçêvanê û Adirbêcanê” hatîye kifşkirinê.

Li gorî şirovekirina mayîn jî herfa “A” ku welgerandî tê dîyarkirinê, nîşana yekîtîyêye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button