All NewsTop

Îdî em nikarin xwe bispêrin Rûsyayê ku me biparêze. Serokwezîrê Ermenîstanê hevpeyvînek bi POLITICO ra kirîe

Bûînê li Ûkrayînayê nîşan dide ku Ermenistan nkare xwe bispêre Moskowê wekî garantorek ewlehiya xwe bike, tevî ku tirsa vegerandina pevçûnek vekirî bi Azerbeycanê ra zêde dibe.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nikol Pashinyan di hevpeyvîna xwe ya bi POLITICO ra ev tişt gotîe.

Li gorî rojnameyê, krîtîkaya tund ên Paşînyan li ser nekarîna Rûsyayê ku li Kafkasyayê wekî polîs dhat naskirinê, tê hesavê ku Krêmlîn bandora xwe winda dike û bê statuya xwe ya superhêza berê li komarên Sovyêta berê yên ku Moskova berê wekî qada xwe dihesiband, xurt dike. 

Li gorî POLITICO, bêhêvîbûna li Yêrêvanê dikare bibe xaleke girîng ji bo welatê 2,8 mîlyon kes, ku ji hilweşîna Yekîtiya Sovyetê va piraniya rêyên hesinî, sektora enerjiyê û hetta kontrolkirina sînorên xwe tesmîlî Rûsyayê kirîye. Sala 2020-an da, Ermenîstanê şerekî 44-rojî li dijî hêzên Azerbeycanê yên kîjanîra Tirkiyê alîqarî dikir, şer li her alîyekê bi hezaran kuştî hîşt û aştîparêzên rûsî ji bo domandina agirbestê li Qerebaxa Çiya hatine bicîhkirinê. Niha ku Rûsya bi temamî tevlî şerê bi Ûkrayînayê ra bûye, tirs li Êrîvanê zêde dibe ku gelo artêşa rûsî amade ye an jî dikare aramiya Kafkasyayê biparêze. Ev xemgîniyek girîng e, ji ber ku her metirsî heye ku Ermenistan ji nû va şer bi Azerbeycanê ra li ser Qerebaxa Çiyayî dest pê bike.

“Derfetên Rûsyayê di encama bûyerên Ûkrayînayê da hatin guhertinê” –  Paşînyan gotîe, û destnîşan kir ku Moskow hewl dide xwe ji Azerbaycanê û hevalbendê wê yê nêzîk Tirkiyê dûr nexe, ku her du jî ji bo Kremlînê beriya şerê Ûkrayînayê xwedî girîngiyeke stratejîk bûne.

Stratejiya me divê ev be ku em hewl bidin ku di vê rewşê da girêdayîbûna xwe ji yên din kêmtir bikin. Em dixwazin bibin xwedî welatekî serbixwe, welatekî serwer, lê gere rêyên me hebin ku em nekevin navenda nakokiyên  navbera Rojava û Rojhilat, Bakûr û Başûrê da… nikare isa bive wekî ku Ermenistan bive ”proksî”. Ev nayê qebûlkirinê. Modela ku pirsgirêkên me bi cîranên xwe ra hene û divê em bang li kesên din bikin ku me biparêzin, ew kî ne, modelek pir xeternak e.” POLITICO ji zarê serokwezîr vegotîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button