All NewsTop

Azerbaycanê derbarê peymana aştiyê da pêşniyarên nû pêşkêşî Ermenîstanê kirîe. Wezîrê karên derve

Aliyê Azerbaycanê bersiva pêşniyarên aliyê Ermenistanê yên derbarê peymana aştiyê ya navbera Ermenistan û Azerbaycanê da û pêşniyarên nû pêşkêş kirîe. Wezîrê Karên Derve Ararat Mîrzoyan ev yek li Meclîsa Neteweyî ragihandîe.

“Piştî peywendiyên me yên dawî, aliyê Ermenîstanê şiroveyên pêncemîn ên peymanê yên li ser sererastkirina peywendiyan û avakirina peywendiyên aştiyane ji aliyê Azerbaycanê ra ragihandîe. Dora me bû ku em bikin û me ev kirîe. Di 12ê îlonê da me ji aliyê Azerbaycanê va pêşniyarên nû wergirtîe.

Pêvajoyek heye, nîqaş heye. Helbet di vê heyamê da muzakereyên rû bi rû nehatine kirinê. “Mixabin, gere ez bibêjim ku pirsên girîng hene ku helwestên partiyan hîn jî ji hev dûr in.”  Mîrzoyan gotîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button