
Ombudsmanê Komara Ermenîstanê Anahît Manasyan mazûvaniya xwişkên biçûk ên Êzidî Sofya û Vîktorîa Muradova kir. Hevdîtin bi însiyatîfa Parêzvana mafên mirovan pêk hat.
Sofya 5 salî bi saya yek ji xêzên xwe li ser înternetê navdar bû.
Di hevdîtinê de zarokan behsa jiyana xwe ya rojane, heval, lîstik û armancên xwe kirin, Anahît Manasyan jî bîranînên zarokatiya xwe vegot û şîretên, ku dibe di pêşerojê de bi kêr bên, de wan re.
Wan her wiha wêne kişandin û di dawiya hevdîtinê de Anahît Manasyan pirtûk û pêşqeşên din da zarokan û li hev kirin ku di pêşerojê de careke din bicivin.