PoliticsTop

Bersiva berdevkê Wezareta Derve ya Ermenîstanê di Jeyhun Bayramov re

Berdevka Wezareta Karên Derva Anî Badalyan di bersiva Wezîrê Karên Derva yê Azerbaycanê Jeyhun Bayramov da, ku di raya giştî da peyva “Korîdora Zengezûrê” bi kar tîne, û da zanîn, ku xala 9’emîn a daxuyaniya sê alî ya 9’ê Çiriya Paşina 2020’an û daxuyaniya paşê ya 11ê Kanuna Paşina 2021an, ti korîdorek wiha peyda nakin, di çarçoweya rakirina binesaziyên veguhestina herêmî de mentiqek korîdorê tune.

“Ermenîstan gelek caran û di her astê de ragihandiye û radigihîne, ku ew ne tenê dilxwaz e, di heman demê de eleqedar e ku girêdanên aborî û veguheztinê yên li herêmê vekin. Ji dema îmzekirina daxuyaniya sê alî ya sala 2020an û vir ve, Ermenîstan li ser nêzîkatiya, ku di wê daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin maye, ku ew di bin serwerî û dadweriya welatan de, li ser esasê prensîbên wekhevî û hevdudîtinê were sepandin:” got berdevkê Wezareta Derve ya Ermenîstanê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button