PoliticsTop

Tetbîqatên leşkerî yên Ermenî-Amerîkî îro li Ermenîstanê dest pê dikin

Tetbîqata hevpar a Ermenî-Amerîkî ya “Eagle Partner 2023” wê di navbera 11-20 Îlonê de li Ermenîstanê bê derbaskirin.

Tetbîqat wê li navenda perwerdeyê “Zar” a lîwaya aşitiyê ya Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê û navenda perwerdehiya N a Wezareta Parastinê di çarçoveya amadekariyên ji bo beşdarbûna mîsyonên aştiyê yên navneteweyî de bên derbaskirin. Ew tê wateya operasyonên aramkirinê di navbera aliyên nakok de di dema mîsyonên aşitiyê de.

“Armanca tetbîqatê ew e ,ku di çarçoveya operasyonên aşitiyê de asta hevxebata yekîneyên, ku beşdarî mîsyonên aşitiyê yên navneteweyî dibin zêde bike, ji bo pevguhertina pratîkên herî baş ên di rêvebirin û ragihandina taktîkî de, û her weha ji bo zêdekirina amadebûna yekîneya ermenî ji bo nirxandina plankirî ya NATO/GCC “Konsepta Kapasîteya Operasyonê” de:” di peyama Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê de hat gotin.

Moskova fermî li hember tetbîqatên leşkerî yên hevpar ên bi aliyê Amerîkî re li Ermenîstanê reaksîyonek neyînî nîşan da û di hefteya dawî de gelek caran “fikar” nîşan da.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button