
Daxuyaniyên rêxistinên navneteweyî tê wateya naskirina mafên me, pêvajoya hilbijartinê û encamên wê, bi taybetî dema, ku amade bin bi rayedarên me re beşdarî danûstandinan bibin. Wezîrê berê yê dewletê Artak Beglaryan ev yek ragihand.
“Lîstikwanên navneteweyî, yên ku derbarê hilbijartina serokkomarê nû yê Komara Artsaxê de daxuyanî didin, divê van tiştan binirxînin.
Mafê gelê me yê tam heye, ku rêberên xwe hilbijêrin, li ser bingeha mafê me yê çarenûsî , her wiha li ser ezmûna me ya bi bandor û demdirêj di avakirin û pêşxistina dewleteke demokratîk de.
Berevajî Azerbaycana otorîter, em bi gelemperî rêberên xwe bi awayekî demokratîk hildibijêrin. Mixabin, ji ber dorpêçkirina Azerbeycanê û gefên êrîşkariyê, em neçar in, ku di heyama veguhêz de bi rêya parlamentê serokê xwe yê nû hilbijêrin. Derbaskirina hilbijartinan bêyî çavdêrên navneteweyî, binpêkirina mafên me yên siyasî ye.
Daxuyaniyên rêxistinên navneteweyî tê wateya naskirina mafên me, pêvajoya hilbijartinê û encamên wê, bi taybetî dema ku amade bin bi rayedarên me re beşdarî danûstandinan bibin:” Beglaryan di kanala xwe ya “Telegram” ê de nivîsî.