Encamên mezinbûna aboriyê ya 7 mehên ewil ji hedefên budçeya 2023an a hikûmetê bi awayekî berbiçav zêdetir e. Îro 5ê Îlonê Wezîrê Aboriyê yê Ermenistanê Vahan Kêrobyan li Meclisa Neteweyî ev yek ragihandîe.
Wî got – “Pêşbîniyên me yên îsal pêbaweriyê didin me ku em ê hê jî ji armancên ku ji hêla bûdceya hikûmetê va hatine destnîşan kirinê derbas bivin. Hikûmetê da dema cîbicîkirina plana xwe da nîşaneyên mezinbûna aborî ya salên pêş da jî misoger bike, em behsa mezinbûna aborî ya ji sedî 7 dikin.”