PoliticsTop

Ti alternatîfa Korîdora Laçînê tune: Wezareta Derve ya Ermenîstanê

Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê di bersiva lêpirsîna “Radio Liberty” de diyar kir, ku Korîdora Laçînê wek girêdana navbera Ermenîstan û Qerebaxê de hat qebûlkirin û alternatîfa wê tune ye.

Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê destnîşan kir, ku divê Korîdora Laçînê bê vekirin û ji bo danûstandinên din ên muhtemel jî divê di çarçoveya mekanîzmaya navneteweyî ya diyaloga Baku-Stepanakert de bê çareserkirin.

Ev 7 roje Bakû hewl dide, 40 ton ar di rêya Axdamê re wek alîkariyên mirovî bigihîne Stepanakertê, danûstandin li ser vê mijarê berdewam in. Xelkê Artsaxê rêya Askeranê girtine, u dibêjin, ku heta azerî bi arê xwe dernekevin wê rê girtî bihêlin. Stepanakerta fermî radigihîne, ku eger Azerbaycan bi rastî eleqedar e, ku karesata mirovî ya gelê Artsaxê ji holê rake, wê demê divê ew anîna kelûpelan bi rêya Korîdora Laçînê qedexe neke, wek ku di daxuyaniya sê alî ya 9ê Çiriya Paşina 2020an de hatiye destnîşankirin.

Ji bo pirseke din a “Radio Liberty” jî, li ser helwesta nerênî ya Stepanakertê li hember standina alîkariyên bi rêya Axdamê, gelo welatekî endam di Encumena Asayişa Navdewletî de heye ku amade ye pêşnûmeya biryarekê derbarê pirsa Laçînê pêşkêş bike?

“Helwesta Ermenîstanê di vê mijarê de neguheriye û xebata bi hevkarên me yên navneteweyî re berdewam e, ji bo ku Azerbaycan biryarên têkildar ên dadgeha navneteweyî bi cih bîne û bloka neyasayî ya Qerebaxê ji holê rake:” di bersivê de tê gotin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button