PoliticsTop

Hevkariya Ermenîstan û NATOyê ew ne salek e, ku dest pê kiriye, em amade ne ku berdewam bikin: Cîgirê Wezîrê Karên Derve

Hevkariya Ermenîstan û NATOyê ew ne salek e, ku dest pê kiriye, em di formên cuda de bi NATOyê re hevkariyê dikin û em amade ne, ku vê pêvajoyê bidomînin. Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Vahan Kostanyan di 4’ê Îlonê de li Meclisa Neteweyî di axaftina xwe ya bi rojnamevanan re anî ziman.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve amaje bi gotina Serokwezîr Nîkol Paşînyan kir, ku gotibû, em ê rojekê şiyar bibin û bibînin ku êdî Rûsya ne li vir e. “Têkiliyên Ermenî-Rûsyayê û pirsgirêkên, ku em di van peywendiyan de dibînin, gelek caran hatine axaftin, bi taybetî di Îlona 2022’an de, dema ku ji aliyê Azerbaycanê ve êrîşek li ser xaka serweriya Ermenîstanê pêk hat, em ji Federasyona Rûsyayê, ji RPEK li benda bersivek cûdatir û têrker bûn.”

Vahan Kostanyan li ser pirsa, ku gelo di hevdîtinên bi aliyê Rûsyayê rerasterast pirs nayê kirin, gelo dixwazin ji herêmê derkevin yan na? “Em bi hevkarên xwe yên Rûsî re gotûbêjên pir zelal û vekirî dikin, em nerazîbûna xwe li hember nebûna gavên, ku em ji alîyê Rûsî ve dibînin, radigihînin.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button