
Ji xwe Rûsya ji ber gavên, ku avêtine yan jî neavêtiye, herêmê terk dike. Derbarê vê yekê de Serokwezîr Nîkol Paşînyan di hevpeyvînekê de ligel rojnamevanê rojnameya “La Repubblica” de, bersiva pirsa, mebesta siyasî çi ye, ku Rûsya kontrolkirina Korîdora Laçîn ji Azerbaycanê re dihêle.
“Hûn dizanin, bê guman, em bi hevkarên xwe yên rûsî re li ser vê mijarê diaxivin. Û bêyî wan gotinan, helbet hîpotezên me hene. Û dema ku em behsa van hîpotezan dikin, çend bûyerên, ku li Rûsyayê qewimîn jî me ber bi paralelên dîrokî ve dibin.
Mînak, herêma me rewşek wisa dîtiye. Federasyona Rûsyayê ji demeke dirêj ve li herêma me , li Başûrê Kafkasyayê ye. Lê me rewş dît ku di rojekê, mehekê an salekê de Federasyona Rûsyayê ji Kafkasyaya Başûr derket . Wek mînak, niha gelek hevkarên me yên Rûs behsa welatên rojavayî dikin ku bi Ermenîstanê re kar dikin, an jî zorê didne ser hikûmeta Ermenîstanê ji bo derxistina Rûsyayê ji herêma me.
Lê dema em bi hevkarên xwe yên Rûs re diaxivin, carinan em dibêjin, em nêrîn û nirxandina xwe tînin ziman, ku berovajî vê yekê, em dibînin ku Rûsya bi xwe ji ber gavên ku diavêje an naavêje, ji herêmê derdikeve. Ji ber çi sedeman, em nizanin. Em dikarin şîroveyan bikin, lê ez nikarim îdîayan bikim. Lê diyar e ev meseleya, ku te behs kirin, me gelek xemgîn dike û eleqedar dike û ne nû ye. Lê pêvajo hene, ku helbet rê li ber ramaneke wisa vedikin ku heman senaryo dikare were dubarekirin, ku rojekê em ê bi hêsanî şiyar bibin û bibînin ku Rûsya ne li vir e:” wî got.
Li gor Paşînyan Korîdora Laçînê, ku diviyabû di bin kontrola hêzên aştiyê yên Rûsyayê de bûya, niha ji ber du sedeman, ne di bin kontrola hêzên aştiyê yên Rûsyayê de ye. “An Federasyona Rûsyayê nikare, an naxwaze kontrola li ser Korîdora Laçînê bidomîne. Ji aliyê me ve her du jî pirsgirêk in.”
Li ser pirsa zelal a rojnamevanî, gelo nikarin kontrol bikin, yan jî naxwazin, Paşînyan wiha bersiv dide: carna naxwazin, carna jî nikarin.
“Lê ez naxwazim li ser wê biaxivim. Helbet hîpotezên min, fikrên min, baweriyên min hene û min hinek ji wan jî bi raya giştî aniye ziman. Bê guman, dibe ku girêdanên sedemî di wan îfadeyên giştî de ne ewqas rasterast bûn, lê lêkolînerek baldar, ez difikirim, wê wan girêdanan bibîne.
Binêrin ev rewş ji bo Ermenîstanê çiqas xeternak e. Ji ber ku bi awayekî fermî Ermenîstan endamê RPEK ye, Ermenîstan endamê Yekîtiya Aborî ya Avrasyayê ye, Ermenîstanê bi Federasyona Rûsyayê re peymana hevkarîya stratejîk de heye û ji ber vê li ber çav û mentiqê hemû welatên rojavayî an jî pisporan, ew welatekî alîgirê Rûsyayê ye. Ji aliyê din ve li Rûsyayê Ermenîstan an jî hikûmeta wê ya niha rojavaparêz dibînin, ji ber ku hikûmet bi dengê piraniya gel hatiye avakirin. Pirsgirêka herî mezin a helwesta me ya niha li vir ew e, ku eger pro-rûsîzm xwedî avantajên muhtemel be, an jî pro-rojavaparêzî xwedî avantajên xwe be, Ermenistan jî nikare ji avantajên rûsparêziyê sûd werbigire, ji ber ku Ermenîstan têra xwe alîgir nayê dîtin. Wek mînak, ji ber ku li gor nêrîna wan, Ermenîstan di derbarê Ukraynayê de têra xwe piştgirî nade Rûsyayê. Ji aliyê din ve, Ermenîstan nikare ji avantajên rojavaparêziyê sûd werbigire, ji ber ku li Rojavayê tê dîtin, ku Ermenîstan bi têra xwe ne rojavaparêz e. Û ev jî tam nazikî û xeteriya rewşa me ye:” Paşînyan got.