EconomicsTop

150 beşdar ji welatên cuda: Êrîvan mazûvaniya Foruma Veberhênana Turîzmê ya Cîhanî dike

Foruma Veberhênana Turîzmê ya Cîhanî ya Êrîvanê, ku ji aliyê Komîteya Tûrîzmê ya Komara Ermenîstanê û Rêxistina Tûrîzmê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî ve tê organîzekirin, di 6-8ê Îlonê de wê bê derbaskirin. Serokê komîteya turîzmê ya Wezareta Aborî ya Ermenîstanê ragihand, ku armanca sereke ya vê forumê pêşkêşkirina pêşhatên veberhênan û pirsgirêkên cîhanê yên di warê turîzmê de piştî belavbûna vîrusa koronayê ye.

Foruma Veberhênana Tûrîzmê ya Cîhanî ji bo beşdarbûna welatên endamên SCO ya Neteweyên Yekbûyî, rayedarên sektora turîzmê ya welatên din ên biyanî, veberhênerên biyanî û herêmî, rêxistinên navneteweyî, sektorên giştî û taybet tê plan kirin.

Di çarçoveya forumê de, ji bo ku potansiyel û seyrangehên tûrîzma Ermenîstanê bên pêşkêşkirin, çalakiyên sosyo-çandî jî tên plankirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button