
Serdozgerê berê yê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî Luîs Moreno Okampo dîsa destnîşan kir, ku îro li Qerebaxa Çiya jenosîd tê kirin. “Dengê Amerîka” dinivîse.
Serdozgerê berê yê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî Luîs Moreno Okampo di hevpeyvîna xwe ya ligel “Dengê Amerîka” de ragihand, îro li Qerebaxê jenosîd tê kirin. Li ser daxwaza aliyê ermenî, wî li ser girtina Korîdora Laçîn û rewşa karesata mirovî ya li Qerebaxê, nêrîna xwe ya pispor pêşkêş kir.
Ocampo bi pêşkêşkirina pênc versiyonên sûcê ku bi Peymana Jenosîdê ya 1948’an hatiye diyarkirin, destnîşan kir ku afirandina şert û mercên ji bo tunekirina komek mirovan, ku hebûna mexdûran jî pêşbînî nake, jenosîd e.
“15 dadwerên [Dadgeha Navdewletî ya Edaletê] bi yekdengî biryar dan ku girtina Korîdora Laçîn tavilê xeteriyek li ser jiyana mirovên li Qerebaxê çêdike։” wî got.
Li gorî wî niyeta aliyê Azerbaycanê diyar e. Baku berdewam dike li redkirina bangên civaka navneteweyî yên ji bo vekirina Korîdora Laçînê, guh nade biryara Dîwana Edaletê ya Navneteweyî.
Luîs Moreno Okampo destnîşan kir, ku ji bo hişyarkirina civaka navneteweyî, bi taybetî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Fransa, ku di pêvajoya muzakereya Qerebaxê de cih digirin, bikaranînա têgîna ‘jenosîdê’ girînge.
“Eger em bi qeyraneke mirovî re rûbirû bin, wê demê civaka navdewletî dikare banga danûstandinên siyasî bike, dikare hin taybetmendiyên din bide, lê ger ew jenosîd be, wê demê rewşa me cûda ye:” wî diyar kir.
Okampo bal kişand ser nîqaşên li ser mijarê di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de û diyar kir, ku ji bilî aliyê Ermenîstanê ti welatekî din ji tiştên, ku qewimîn wek “jenosîd” bi nav nekir. Wî bi bîr xist, ku di salên 1990’î de, di dema qirkirina Ruandayê de, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî behsa “kuştinên komkujî” kir, lê wan ew buyer wek “jenosîd” bi nav nekir.
Li gorî wî dewlet naxwazin jenosîdê nas bikin, ji ber ku di rewşa naskirinê de divê serî li hin kiryaran bidin.
“Di Konseya Ewlekariyê de her welatek berjewendiyên xwe diparêze, lê di vî warî de tu eleqeya wan nîne. Ji hêla qanûnî ve, her tişt eşkere ye. Ji aliyê siyasî ve aloz e, ji ber ku Amerîka di şerê bi Îranê re piştgiriya Azerbaycanê dike. Ewrûpa hewcedariya hilgirên enerjiyê yên ji fezayê heye. Lewma gelek berjewendiyên siyasî hene, ku bandorê li bersiva hiqûqî dikin:” got Okampo.
Li gorî wî, li hev kirina Amerîka, Rûsya û Fransa di mijara Qerebaxê de , dikarin zextê li Bakûyê bike û zû vekirina Korîdora Laçîn pêk bîne.
“Ew riya herî hêsan e. Ger ew nexebite, helbet vebijarka peydakirina xwarina nifûsê bi rêya balafirê heye. Lê ez difikirim ku ew plana B ye,” got serokê berê yê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî.