Îsraîl bi awayekî aktîf çekan dide Azerbaycanê. Pisporê leşkerî Karen Hovhannîsyan li ser rûpela xwe ya “Facebook”ê li ser vê nivîsî û de zanîn, ku di meha borî de herî kêm 3 caran firokeyeke kargo ji Îsraîlê bo Azerbaycanê hatiye şandin.
“Îsraîl bi awayekî aktîf çekan dide Azerbaycanê. Bi taybetî di meha dawî de herî kêm 3 caran balafireke kargo ji Îsraîlê ber bi Azerbaycanê ve hatiye şandin.
Ev jî nîşana wê yekê ye, ku ew qonaxeke amadekariyê ye, ji bo operasyonên leşkerî yên nû li herêmê.
Tê îdiakirin, ku îro şandina çek û cebilxane ji Îsraîlê bo Azerbaycanê pêk hatye.
Ji ber ku balafirên, ku ber bi Azerbaycanê ve diçin, ji baregeha hewayî ya “Ovda” ya Îsraîlê difirin, em dikarin bibêjin, ku çek û cebilxane tên veguhestin.
Divê ez bibêjim, ku “Ovda”, ku li başûrê ye , ciye herî biyabana Îsraîlê , tekane balafirgeha Îsraîlê ye, ku madeyên teqemeniyê bi rêya hewayî tê veguheztin.