
Hêzên aştîparêz ên rûsî wezîfeya, ku di daxuyaniya sê alî de girtibûn ser xwe, pêk naynin. Serokwezîr Nîkol Paşînyan di hevpeyvîna xwe ya bi rojnamevanê rojnameya “La Repubblica” re bersiva pirsa, da ku çi rê li ber destêwerdana Rûsyayê digire da ku peymana 9ê Çiriya Paşina 2020an cîbicî bike û Rûsya liv û tevgera Korîdora Laçîn kontrol bike, de.
“Ez nikarim di vî warî de nirxandinekê bikim, ji bilî, ku ez bi vê gotinê bipejirînim, ku bi rastî, erê, derketiye holê ku hêzên aştîparêz ên Federasyona Rûsyayê wezîfeya, ku di daxuyaniya sêalî de li ser wan hatiye ferzkirin, pêk naynin. Û ev sedemek xemgîniyek cidî ye. Û bi rastî jî, yek ji armancên sereke yên hebûna hêzên aştîparêz ên rûsî li Qerebaxê ewlekariya civaka sivîl, gelê sivîl e. Di vê rewşê de ewlekarî, mafê tevgera azad jî di nav de, nayê dabînkirin û ev rastî bi fikar e:” Nîkol Paşînyan got.