All NewsTop

Wezîrê Derve yê Fransa, siyaseta Azerbaycanê li hember Qerebaxê wek neqanûnî û neexlaqî pênase kirîe

Wezîra Karên Derve ya Fransayê Katrîn Kolona polîtîkaya Azerbaycanê ya ji bo koçberkirina Ermeniyên Qerebaxa Çiya weke neqanûnî û bêexlaqî nirxandîye.

Wezîrê Derve yê Fransayê di axaftina xwe ya di konferansa balyozên li Fransayê da akredîtîzekirî da li ser vê yekê axivîe.

Kolonna gotîe – “Stratejiya xeniqandinê ya ku armanca wê tehrîkkirina koçberiya girseyî ya Ermeniyan ji Qerebaxa Çiya ya, weke ku Dadgeha Navneteweyî beriya niha jî destnîşan kiribû, neqanûnî ye. Ev polîtîka jî bêexlaqî ye.”

Wî her wiha da zanîn ku Fransa ji bo pêkanîna aştiyeke adil û aram di navbera Ermenistan û Azerbaycanê da hêzên xwe kom dike. Kollana da zanîn ku ev yek dê rê bide ku sînorên her du welatan bên xêzkirinê.

Li gorî Wezîrê Derve yê Fransayê, aştiyeke adil û bi îstîqrar di navbera Ermenistan û Azerbaycanê da jî dê bikaribe gelê Qerebaxê li welatê xwe bijî û rêz li maf, çand û dîroka wan bê girtinê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button