All NewsTop

Li Qerebaxa Çîya, 120,000 kes niha di bin blokadaya rastîne a serdema navîn da ne. Mîrzoyan

Li Qerabaxê niha, dema ku em xeverdidin, 120,000 kes ji ber girtina Korîdora Laçînê rastî blokadayê serdema navîn da ne. Wezîrê Karên Derve yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan 29’ê Tebaxê di panela Forûma Stratejîk a Blêdê ya li Slovênyayê da daxuyanî daye.

Ji bo ku hûn rewşê baştir bidin zanîn, ez vê bibêjim: Nêzîkî 2000 jinên dûcanî, 30.000 zarok, 20.000 pîr, kesên ku pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene xwarin û derman nagirin.

Serokê dezgeha siyasiya derva ya Ermenîstanê her wiha diyar kir ku dadgeha navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî, ku saziya herî bilind a yasayî ya vê gerstêrkê ye, du biryar dane, paşê çi qewimî?

Ji ber vê yekê pirsgirêk ne sazî û nebûna wan e, tiştek din hewce ye. Bi dîtina min, ne tenê ji aliyê binpêker va, ji aliyê me hemûyan ve, îradeya siyasî û rêzgirtin ji rêgezên navneteweyî ra tune ye.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button