All NewsPoliticsTop

Armên Grîgoryan perspektîfên pêşxistina peywendiyan di çend waran da li Hindistanê gotûbêj kirine

Di 29’ê Tebaxê da Sekreterê Konseya Ewlekariyê ya Ermenîstanê Armên Grîgoryan di çarçoveya serdana xwe ya xebatê ya Hindistanê da bi Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Serokwezîrê Hindistanê Ajît Doval ra hevdîtin pêk anîe.

Di hevdîtinê da li ser pirsên geşedanên ewlekariya herêmê, Armên Grîgoryan kirîza mirovî ya li Qerebaxê pêşkêş kirîe û bal kişand ser girîngiya tevlîbûna civaka navneteweyî ji bo derbaskirina wê.

Hevpeyvînvanan bi kêfxweşî tekezî li ser pêvajoya geşepêdana peywendiyên dualî yên Ermenistan û Hindistanê kirine û perspektîfên pêşxistina peywendiyan di çend waran da gotûbêj kirine.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button