All NewsTop

Bi zorê tiştek nayê guhertin. Balyozê Îranê li Ermenîstanê derbarê planên Bakûyê yên ji bo guhertina sînoran

Em piştgiriya serwerî û yekparçeyiya axa Ermenistanê dikin û li dijî her guhertina sînoran in. Balyozê Îranê yê li Ermenîstanê Mêhdî Sobhanî di hevpeyvînekê da ligel NEWS.amê gotîe.

Birêz Balyoz, di pêşangeha aborî ya Êrîvanê da, we behsa wê yekê kir ku Îran piştevaniya yekîtiya axa Ermenistanê dike û wî warî da gavan bavêje. We besa çi gavan dgotin?

Jixwe me dest bi avêtina wan gavan kiriye. Em piştgiriya serwerî û yekparçeyiya axa Ermenistanê dikin û li dijî her guhertina sînoran in. Em piştgirîya serwerî û yekparçebûna axa Ermenîstanê dikin ji ber ku em serwerî û yekparçebûna axa hemû welatan nas dikin. Em ne li dijî vekirina rêyên ragihandinê ne, me kanalên wisa pêşkêşî Azerbaycanê jî kirine. Lê divê hemû rêyên ragihandinê di bin kontrola welatên ku di nav axa wan da ne, bi taybetî pirsa Ermenîstanê da bin.

Lê eger Azerbaycan hewl bide bi darê zorê korîdora Zangîzûrê veke, Îran wê çi bike, dikare çi alîkariyê bide Ermenîstanê?

Weke min got, em piştgirî didin vekirina kanalên ragihandinê, lê divê di bin kontrola dewleta Ermenistanê da bin. Bi zorê tiştek nayê guhertinê.

Gelo dê Îran gavan bavêje ku rê li ber pêşketineke wiha bigire?

Dema ez dibêjim Îran dê piştgiriya serwerî û yekîtiya axa Ermenistanê bike, her tişt eşkere dibe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button