
Li Komara Ermenîstanê di nîvsala ewil a sala 2023an de 440 kesan daxwazîa penaberiyê kirine. Ev ji aliyê Servîsa Koç û Hevwelatîbûnê ya Wezareta Karên Hundirî ya Ermenîstanê va hatîe gotinê.
Li gorî daxuyaniyê, jî 440 kesan serlêdana 156 kesan hatiye seknandinê, 55 kes hatine redkirin û 179 kesan jî mafê penaberiyê wergirtine.
Di nîvsala yekemîn a sala 2023’an de herî zêde welatiyên Iraqê ji Ermenîstanê mafê penaberiyê xwestine: 131 kes. Di rêza duyemîn da welatiyên Ûkraynayê: 115 kes, di rêza sêyem da: 40 kesên Îranê ne. 10 kesan ji Tirkiyeyê serlêdana penaberiyê kirin, ji van 2 kesan serlêdana wan bi dawî bû, 1 kes jî hat redkirinê.
2 kesan ji Azerbaycanê daxwaza penaberiyê kirine. serlêdana yekî bi dawî bûye, der barê yê din da tiştek nayê zanînê.