All NewsTop

Agahiyên Paşînyan hene ku Azerbaycan plan dike ku bi awayekî yekalî Korîdora Laçîn veke û tenê rê bide derketina ji Qerebaxa Çîya

Di rûniştina hikûmetê de Serokwezîr Nîkol Paşînyan ragihand ku agahî jê re hatiye ku planên vekirina yekalî ya Korîdora Laçîn, ango tenê derketina ji Qerebaxa Çiya tê çêkirin.

Astengkirina neqanûnî ya Azerbaycanê ya li ser Korîdora Laçîn berdewam dike û nêzî 400 ton barhilgirên însanî yên ku ji aliyê Hikûmeta Komara Ermenîstanê ve ji bo Qerebaxa Çiya hatibû amadekirin, li ber deriyê Korîdora Laçînê li bendê ne.

Paşînyan gotîe – “Agahiyên pêbawer ketine destê me ku ji bo vekirina Korîdora Laçînê bi awayekî yekalî, ango ji bo derketina ji Qerebaxa Çiya û astengkirina têketinê, plan têne çêkirin”.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button