All NewsTop

The Guardian․ Hundirê Qerebaxa blokadakirî

The Guardian dinivîse ku Hovîk Asmaryan her gava ku dixwe kartol dixwe.

Li bajarê wî, Stêpanakêrte, sîstemeke barterî derket holê. “Li baxçeyê me dara êmîşa heye. Ez êmîş didim cînarê xwe, ew jî gêzeran didin me.” ,- wî gotîe.

Kanûna sala borî da, Azerbeycanê rê girtîe, bi awayekî bandor li gelê Ermenî yê herêmê hatine blokkirinê. Wesayîtên Xaça Sor destûr dane derbasbûnê, nexweş derxistin derva. Lê meha Nîsanê da, Bakûyê nuqteyeke kontrolê ya nû ava kirîe û 14ê Hezîranê da cerdevanên wê piştî pevçûnên bi Ermeniyan ra li ser Pira Hekarê, ku sînorê navneteweyî derbas dike, rê bi temamî girtîe.

Ji ber vê yekê, Qerebaxê da kêmasiyekî xwarinê çêbûye.” – kovara brîtanî dinivîse.

Xwarin têrê nake. Li gorî Komîteya Xaça Sor a Navdewletî, kêmbûna derman, tiştên paqijiyê û xwarinên zarokan jî heye. Supermarket vala ne. Ji ber tnebûna sotemeniyê tevgera otobusên bajêr sekinîe. Li bajêr êdî sehata pîk tineye. Gelek herêm bê av û elektrîk mane, nivîskar Lyûk Hardîng destnîşan dike.

Niştecîh dibêjin ku plana Bakûyê bi eşkere ew e ku wan ji birçîna bimirin, da ku ger rojek dîsa rê vebe, ew derkevin. Li gorî wan, ev qirkirineke hêdî-hêdî ye, ku tê de birçîbûn weke çekeke klasîk tê bikaranînê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button