All NewsTop

Hikûmeta Belçîkayê biryar daye ku balyozxaneyeke niştecîh li Êrîvanê veke

Di 22’ê Tebaxê de Serokê Meclîsa Neteweyî ya Ermenîstanê Alên Sîmonyan pêşwaziya heyeta bi serokatiya Wezîrê Karên Derve yê Belçîkayê Haja Lahbîb kirîe.

Alên Sîmonyan bi xêrhatina mêvanan kirîe û diyar kirîe ku hevkariya aktîv a parlementoya Ermenîstan û Belçîkayê ji bo pêşdebirina peywendiyên her du welatan amûreke sereke ye. Wî biryara hukumeta Belçîkayê ya vekirina balyozxana niştecihan li Yêrêvanê jî wekî rastiyek hevkariyek xurt divîne.

Bingeha hevdîtinê rewşa aloz a li Qerebaxê ya ji ber krîza Korîdora Laçînê bûye. Hevpeyvîn li ser vekirina zû ya Korîdora Laçînê li hev kirine. Serokê Meclisa Neteweyî ya Ermenîstanê diyar kir ku ew ji hevkarên Belçîkayê yên ji bo ewlekariya gelê Qerebaxa Çiya gavên aktîf hêvî dikin. Wî bal kişand ser pêwîstiya beşdarkirina mekanîzmayên navneteweyî di gotûbêja Bakû-Stêpanakêrt û gotûbêjên aktîf ên li ser îhtimala sepandina cezayên li ser Azerbaycanê.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button