All NewsTop

Belçîka ji ber rewşa li Qerebaxê û xirabbûna wê gelekî berxa dikeve. Heca Lahbîb behsa krîza mirovî kirîe

Danûstandinên vê dawiyê yên Ermenistan û Azerbaycanê li Brûkselê nîşan da ku rêkeftina aştiyê nêzîk bûye, ji bo wra erkê serkirdeyên her du welatan e ku her tiştî bikin ku gelên Ermenî û Azerbaycanî bê şer û mercên aram da bijîn. Li Bruksel, Êrîvan û Bakûyê gere şêwirên nû bikin. Wezîrê Derve yê Belçîkayê Haja Lahbîb di civîna çapemeniyê da, tevî Ararat Mîrzoyan li Ermenistanê ser vê yekê gotîe.

Wezîrê Derve yê Belçîkayê hêviya xwe anî ziman ku ew hevdîtin dê bibin qonaxeke dîrokî, ji ber wê jî Ermenistan û Azerbaycan dikarin bi wî awayî hesabê YEyê bikin.

“Ez jî li vir im ji bo piştgirî û teşwîqkirina we di çarçoveya pevçûnek ku ev demek dirêj e nehatiye çareser kirin û jixwe gelek kesan jiyana xwe ji dest daye. Belçîka ji ber aloziya ku ji ber pirsgirêka Qerabaxê derketiye bi fikar e. Yekane rêya derketina ji vê nakokiyê pêvajoya muzakere û lihevhatinan e”. – Wezîrê Derve yê Belçîkayê besa vê yekê ragihandîe.

“Belçîka ji ber rewşa mirovî ya li Qerebaxê û xirabûna wê gelekî nîgeran e. Sînordarkirina tevgerê bi rêya Korîdora Laçînê encamên cidî derdixe holê û dibe sedema metirsiyên mezin ên birçîbûn û nexweşiyê.

“Belçîka bi tevahî helwesta YEyê hevpar e, ku li gorî wê ewlekariya gelê Qerebaxê û tevgera azad a di Korîdora Laçînê de erka Azerbaycanê ye. Belçîka ji niha û pê de jî wê di têkiliyên xwe yên dîplomatîk de bi vê rêbazê bi rê va bibe.” – Wezîrê Derve yê Belçîkayê dawî kir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button