PoliticsSocietyTop

Hûn dengê me ne, pêşî li vê qirkirinê bigirin

Parêzvanê mafên mirovan ya Qerabaxê Gegham Stepanyan vîdyoyek belav kir, ku tê de Marîa Musayelyan, ku ji paşeroja cêwîyên xwe yên hêvîdar bi fikar e, behsa jenosîda ku li Artsaxê tê kirin dike.

Got: Ez dixwazim biaxivim, ez bang li kesên navdar, mirovên bihîstî dikim, ku biaxivin, ji bo min biaxivin, bibin dengê min, bibin dengê zarokên min, da ku dawî li vê zilmê bê.

Min telefona xwe hilda û vîdeo kişand…

Min meraq dikir ka çawa û kengê biweşînim…

Vê sibê me zanî, ku Marîya birin nexweşxaneyê, ku keçên xwe yên cêwî anî dinyayê.

Pîroz be, Marîa, bila keçên te bibin xwedî zarokatiyeke saxlem û aram.

Û ji bo xatirê hemû zarokan em bang li her kesî dikin: Hûn dengê me ne, pêşî li vê qirkirinê bigirin:” Stepanyan nivîsî.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button