All NewsTop

Mîrzoyan hûrgiliyên krîza mirovî ya li Qerebaxê pêşkêşî Wezîrê Derve yê Fransayê kirîe

Wezareta Karên Derve ragihandîe ku Wezîrên Karên Derve yên Ermenîstanê û Fransayê xeverdanek bi telefonî da rewşa mirovî ya li Qerebaxa Çiyayê gotûbêj kirine.

Ararat Mîrzoyan hûrgiliyên zêdebûna kirîza mirovî ya li Qerebaxa Çîya ji ber girtina Korîdora Laçînê ji alîyê Azerbaycanê va ji Katrîn Kolonna ra pêşkêş kirîe û gotîe ku ew dikare li ber çavên civaka navdewletî bibe karesateka rastî ya mirovî.

Hatîe grîngî kirine wekî xebata  Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî gere temamî bê kirinê, çimkî saziya mirovî ya navneteweyî ye ku dikare korîdora Laçînê ra derbasî Qerebaxê bive.

Wezîr Mîrzoyan bal kişand ser serlêdana Ermenîstanê ya ji bo lidarxistina civîneka lezgîn ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî.

Azerbaycan guh nade gelek peyamên ku pêkhateyên hevkarên navneteweyî didin û 8 mehe ye Korîdora Laçînê girtî xaydike, binpê dike ne tenê daxuyaniya 9ê çirya paşinê 2020an, lê heman demê da biryarên Dadgeha Navneteweyî ya 22ê Sibatê û Tîrmeh 6an wezîr gotîe.

Ararat Mîrzoyan bal kişand ser wê yekê ku kûrbûna berdewam a rewşa mirovî li Qerebaxê, dibe ku hewlên Ermenîstanê û civaka navdewletî yên ji bo pêkanîna aştiyeke bi îstîqrar li herêmê bixe xeterê, û tekezî li ser pêwîstiya bikaranîna bi bandor ji mekanîzmayên heyî û pêwîstiya pêngavên zelal kirîe. Bloka  Korîdora Laçînê rakin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button