SocietyTop

Welatê zimanên berî hind-ewropî Kafkasya Başûr e

Lêkolîneke nû ya komek zanyarên navneteweyî nîşan dide, ku zimanê berî hind-ewropî 8000 sal berê hebûye û axêverên wî yên pêşîn li başûrê Transkafkasyayê dijîn. Jixwe paşê, ew hatin zozanên Nêzîkî Xezerê û Nêzîkî Deryaya Reş, û ziman dest bi belawbunê bû.

Malbata zimanên hind-ewropî li cîhanê ya herî berbelav tê hesibandin. Ew ji hêla sêyeka nifûsa cîhanê ve têne axaftin. Ji dawiya sedsala 18-an vir ve, zanyar li kokek hevpar digerin, koka zimanê, ku jê re tê gotin berî hind-ewropî, ku ji hêla bav û kalên gelên Asya û Ewropayê ve hatî axaftin.

Du hîpotezên sereke hene, ku çawa zimanên hind-ewropî gihîştine Ewropayê. Li gorî ya yekem, ew cotkarên pêşîn , ku ji Asyaya Biçûk bi qasî 9000 sal berê hatine Ewropayê, bi xwe re anîn.

Li gorî hîpoteza duyemîn, proto-hindûewropî li deştên Pontos-Kaspiyayê jiyan dikirin, ji wir jî di serdema neolîtîk a dawîn, an destpêka serdema bronz de koçî rojava kirin. Îro, piraniya zanyaran ber bi vê hîpotezê ve diçin.

Bi saya lêkolînê, ku zanyarên ji 13 welatan, di nav wan de Rûsya, beşdar bûn, hatye zanîn, ku zimanê pêş-hindûewropî bi qasî 8,120 sal berê hebû, ango ji ya ku di hin xebatên berê de hatî destnîşan kiri, pir pêştir.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button