PoliticsTop

Em dibin şahidê jenosîdeke hêdî hêdî li Qerebaxê: “Die Zeit”

Rojnameya Almanî “Die Zeit”, amaje bi dorpêçkirina Azerbeycanê ya li ser Qerebaxê kir û diyar kir, ku Bakû gelê herêmê birçî dihêle.

Di gotarê de tê gotin, ku Qerebax ji dinyayê qut bûye, erzaq û derman nagihêjin vir, ji ber nebûna sotemeniyê êdî ambulans nemane, nexweş piya diçine nexweşxaneyê. Refikên supermarketan vala ne û mirov ji bo nan bi saetan di rêzê de disekinin, lê car hene dawyê de nan nastînin.

“Di van rojan li Qerebaxê de hûn bi kê re bipeyivin, hûn ê her gav gotinên tirsnak ên sedsala 20-an bibihen: jenosîd, paqijkirina etnîkî. Ev gel êşên xwe bi serpêhatiya dîrokî ya sala 1915’an ve girêdide, dema ku Împaratoriya Osmanî milyonek û nîv Ermenî wêran kir:” di gotarê de tê gotin.

Li gorî nivîskar, dîktatorê Azerbaycanê Alîyev gefan li kesên “cudaxwaz” dike, u dibê, ku “cudaxwaz” li welatê wî bijî, yan jî derkevin.

“Ev mehek e 120 hezar ermenî li wê herêmê birçî dihêlin. Ermenî ji dubarebûna dîrokê ditirsin û bi dengekî bilind behsa wê dikin. Lê ev jî nîşan dide ku ji bo wan di bin dîktatoriya Azerbaycanê de jiyan tê çi wateyê. Û tirsa ermeniyên, ku li Qerebaxa Çiyayî dijîn jî tê dîtin. Niha hemû cîhan dibîne ku eger ew bikevin bin desthilata Azerbaycanê wê çi felaket be:” di gotara “Die Zeit” de tê gotin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button