
Di van rojên dawî de baldariya navneteweyî ya li ser mijara Qerebaxa Çiya û zextên li ser Azerbeycanê zêde bûne. Ev yek ji aliyê Serokê Komara Qerebaxa Çiya Arayîk Harutyunyan ve bi rêya posteke li ser rûpela wî ya Facebookê hete ragihandin.
“ Pêşwazî ye ku, li ber çavan xwestekên rayedarên Komara Qerebaxa Çiya, Komara Ermenîstanê nameyek ji Serokê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re şand û daxwaz kir, ku di derbarê xirabbûna rewşa mirovî ya ji ber dorpêçkirina bi darê zorê ya li ser gelê sivîl li Qerebaxa Çiya de, civînek awarte derbaskin. Girîng e, ku di nameyê de bi awayekî fermî hedefa pêşîgirtina li qirkirinê were destnîşankirin:” got serokê Qerebaxa Çiya.
Li gorî Harutyunyan, daxuyaniya komek pisporên Neteweyên Yekbûyî ku tekezî li ser pêwîstiya bilez a vekirina Korîdora Laçînê û dabînkirina ewlehî, rûmet û rehetiya hemû kesan dike jî, bi xêr hatî ye.
Li gor serokê Qerebaxa Çiya, eşkere ye ku peyama wî ya dawî ji civaka navdewletî re û raporta serdozgerê dadgeha tawanên navdewletî Luîs Moreno Okampo, di medyaya navdewletî de rastî bertekeke mezin hat. Di encamê de bi dehan medyayên serekî behsa rewşa heyî kirin, nirxandin û bangên desthilatdar û pisporên sereke yên li ser jenosîdê, yên ku berdewam dikin, pêşkêş kirin.
“Daxuyaniya pisporên navdar ên jenosîdê her wiha nêrînek pispor û şîreteke girîng jî heye, ku tê de tekezî li ser pêwîstiya çalakiyên bilez û bibiryar ji bo rêgirtina li jenosîda li dijî gelê Qerebaxa Çiya tê kirin. Helbet di van rojên borî de , daxuyaniyên din jî ji aliyê nûnerên çend sazî û dewletên navneteweyî ve hatin dayîn, ku têgihîştina lezgîniya gavên pratîkî yên navneteweyî bi awayekî berçav zêde dibe. Bê guman dem ji bo gelê me girîng e û dereng dikeve berdêla can û azarên mirovan:” got Harutyunyan.
Serokê Qerebaxa Çiya li ser navê Ermenîyên Qerebaxaê daxwaz ji hemû aktorên sereke kir, ku dereng nemînin û li benda trajediyên mezin bin, gavên pratîk û bibandor ji bo rawestandina berdewamiya vê jenosîdê bavêjin.