
Çalakvana mafên mirovan Evelîna Oçab, ku yek ji rêgezên sereke yên çalakiya wê, çewsandina kêmneteweyên li welatên cuda yên cîhanê ye, gotarek di Forbesê de weşand û amaje bi qeyrana mirovî, ya ku ji ber girtina Korîdora Laçînê ji aliyê Azerbaycanê ve li Artsaxê çêbûye, kir.
Berevankarê mafên mirovan di gotara xwe de behsa daxuyaniya pisporên Neteweyên Yekbûyî ya di 7ê Tebaxê de kir, ku tekanê rêya, ku Qerebaxê bi Ermenîstanê ve girêdide, ev heşt meh in ji ber dorpêçkirina Azerbaycanê girtî maye, di encamê de gel rastî kêmasiyeke mezin di madeyên xwarinê, pêdiviyên pizîşkî û paqijiyê de hat.
Oçab di gotara xwe de biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dîwana Edaletê ya Navdewletî ya li ser ewlekirina çûnûhatina kes û wesayîtan di korîdora Laçînê de bi bîr xist û da zanîn, ku Azerbeycanê bi biryarên xwe bi cih neaniye, ji ber ku Korîdora Laçîn girtî maye.
Parêzvanê mafên mirovan her wiha amaje bi raporta dozgerê berê yê Dadgeha Cezayê ya Navdewletî Luîs Okampo jî kir, ku nivîsî bu, ku Azerbaycan li Qerebaxê jenosîd dike.
“Ji ber ku li Qerebaxaê mirov ji birçîna dimirin, civaka navneteweyî wek 8 mehên borî nikare çavên xwe bigire. Xelkê Qerebaxê bê hincet pêwîstiya lezgîn bi alîkariyê heye:” ji hêla Evelîna Oçab ve hate nivîsandin.