PoliticsTop

Associated Press di derbarê rewşa Qarabaxê de

Serdozgerê berê yê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî hişyarî da, ku “Azerbaycan li dijî ermenîyên etnîkî yên Qerebaxê amadekariya qirkirinê dike” û bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir, ku dosyayê radestî dadgeha navneteweyî bike:” Associated Press” radigihîne.

Di raporta Luîs Moreno Okampo de tê gotin, ku Azerbaycanê girtina rêya yekane, ya ku Ermenîstan bi Qerebaxê ve girêdide, bi awayekî cidî rê li ber peydakirina xurek, derman û kelûmelên pêwîst bo herêma, ku nêzîkî 120 hezar niştecihan e, dike.

“Hêzên maqûl hene, ku meriv texmîn bike, ku jenosîd diqewime:” rapora Okampo de tê gotin. Li rapor bi bîr tîne, ku di Peymana Neteweyên Yekbûyî de tê gotin, ku jenosîd wekî “afirandina bi qestî şert û mercên jiyanê ji bo komek mirovane, ku ji bo tunekirina wan bi awayekî fizîkî hatine çêkirin” pênase dike.

“Êrîşên krematorî û maçêtê tune ne. Birçîbûn çeka, ku nayê dîtin a qirkirinê ye. Bêyî guhertinên tavilê, ev koma ermeniyan wê di nav çend hefteyan de were tunekirin:” di raporê de tê gotin

Berdevkê hikûmeta Azerbaycanê ev raporta Okampo red kir û got, ku li wir “îdiayên bêbingeh hene”.

“Ew raporekî alîgir e, rewşa rastîn a li ser erdê xelet radigihîne û xeletiyên cidî yên rastî, qanûnî û bingehîn pêşkêş dike:” Alîkarê Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev Hîkmet Hacîyev ji ajansa “Associated Press” re got.

Di Kanuna Pêşinê de, girupa, ku xwe wekî çalakvanên hawirdorê nîşan dida Korîdora Laçîne asteng kir. Azerbeycanê paşê li ser rê nuqteyeke kontrolê ya leşkerî ava kir, rê li trafîkê girt.

Li Kornidzorê, nêzî Korîdora Laçîne, rêzek ji 19 kamyonên, ku nêzî 360 ton derman û xurek tê de hene, ev 2 hefte ye li benda destûra derbasbûna sînor in.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button