PoliticsTop

Niha divê hewldanên navneteweyî bi amûrên guncav hewl bidin ku Korîdora Laçînê ji nû ve vekin. Berdevkê Wezareta Derve ya Komara Ermenîstanê

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê Anî Badalyan destnîşan kir, ku Ermenîstan daxuyaniyên hedef ên Parlamenta Ewropayê qebûl dike, ku di encama dorpêçkirina Qerebaxa Çiya û binpêkirina Azerbaycanê ya biryara Dîwana Edaletê ya Navneteweyî bihêztir bûn.

“Niha, divê hewldanên navneteweyî yên bi amûrên guncav ji bo ji nû ve vekirina Korîdora Laçînê werin meşandin.”Berdevkê Wezareta Karên Derve di mîkrobloga xwe ya X (“Twitter”a berê) de nivîsî û parçeyên daxuyaniyên saziyên Ewropî yên curbecur belavkir.

Ji Kanuna Pêşina borî ve, Azerbeycanê rêya yekane, ya ku Qerebaxa Çiya bi Ermenîstanê ve girêdide, Korîdora Laçîn girtiye. Di destpêkê de kesên ku jê re dibêjin jîngehparêz bi hincet û daxwazên derewîn ên jîngehê korîdor girtin û piştî guhertina rêya korîdorê, Azerbeycanê xaleke kontrolê ya neqanûnî di korîdorê de danîn û astengî li pêşiya tevgera azad çêkir. Destpêkê di korîdorê re hin tevger hebû, bi navbeynkariya hêzên aştîparêz ên Rûsyayê, hejmarek sînordar barên mirovî derbasî Qerebaxa Çiya dibûn û bi rêya Komîteya Xaça Sor a Navdewletî, kesên ku pêwîstiya wan bi dermankirinê heye, derbasî Ermenîstanê û berovajî vê yekê dihatin kirin. Azerbeycanê ji 15ê Hezîranê ve Korîdora Laçînê bi temamî girtiye. Ji 15’ê Hezîranê û vir ve yek kîloyek erzaq jî neketiye nava axa Qerebaxa Çiya.

Di 26ê Tîrmehê de hikûmeta Ermenîstanê bi 21 kamyonan alîkariyên mirovî şandin Qerebaxê. Alîkariya mirovahî di 26’ê Tîrmehê de gihişte berbi Korîdora Laçînê. Ermenîstanê daxwaz ji nûnerên leşkerên aştîparêz ên Rûsyayê ên ku li Qerebaxa Çiya ne, bar qebul bikin û bişînin Qerebaxa Çiya, ku ji ber dorpêçkirina neqanûnî ya Korîdora Laçînê ev 8 meh in krîzeke mirovî pêk hatiye. Pasta, şekir, rûnê nebatî, toz şîr, xwê, xwarina zarokan, derman ji Ermenistanê bi kamyonan dişînin Qerebaxê. Azerbaycan heta niha rê li ber kamyonên alîkariyên mirovî digire, ku derbasî Qerebaxê bibin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button