SocietyTop

Gelek avê, qatixê avkirî vexwin, vexwarinên kafeîn kêm bikin: pispor şîret dike ku meriv çawa bi germa havînê re rû bi rû bimîne

Di germahiya hewayê ya bilind de, divê hûn rojê 2,5-3 lître ava ne-karbonatî, asayî vexwin. Cîgira Midûrê Giştî yê Navenda Niştîmanî ya Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşiyan a Wezareta Tenduristiyê, Nune Bakunts di civîneke çapemeniyê de ragihand ku hemwelatiyên bi nexweşiyên dil û damar û jinên ducanî divê derbarê rêjeya avê de bi doktorê xwe şêwir bikin.

“Di germê de, laş bey av dibe, xwêy û proteînan bi avê re winda dibin, ji ber wî divê avê zêde vexwin ,” pispor destnîşan kir.

Nune Bakunts pêşniyar kir ku qatixê avkirî li vexwarinên rojane zêde bikin, ji ber ku ew windabûna şilek, proteîn û piçek xwêy ji laşê me vedigire.

Vexwarinên, ku di nav wan de kafeîn hene, hem germ û hem jî sar, divê bi qasî ku gengaz be, kêm bibin.

Di saetên herî germ ên rojê de, saet 12:00-19:00, dema ku germahî pir zêde ye û tîrêjên ultraviyole xurt in, tê pêşniyar kirin, ku xwe ji cîhên vekirî dûr bixin, ne li derve bin, an bi kêmanî ne di tîrêja tavê ya rasterast de bin.

Di dema germahiya hewayê de, pêdivî ye, ku meriv xwe ji tîrêjên ultraviyole bi hilgirtina berçewkê rojê, şapikek bengdêr û sîwanek xwe biparêze. Alîkarê rêvebirê giştî yê Navendên Neteweyî yên Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşan pêşniyar kir, ku di cil û bergê de kincên bi reng sivik, berbelav ên ku ji qumaşên xwezayî hatine çêkirin, bikar bînin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button