PoliticsTop

Sedrê Arsaxê e’lamkirîye, k’a çi  þertada göhastina r’iya sivdera Laçînê qewimîye

Arayîk Harût’yûnyanê sedrê Arsaxê hûrgilî e’lamkirine, k’a meha sala 2022-aye t’ebaxê göhastina r’iya sivdera Laçînê çawa qewimîye.

Harût’yûnyan binxetkirîye, wekî sirîya pêþinda dihate e’ne’nekirinê, k’a r’ê k’îderêva gere pêþda her’e.

“Pêþdanîna Adrbêcanê hebû, pêþdanîna Ûr’isêtê hebû, lê xilazîyê pêþdanîna me qebûlbû. H’erke me r’êke din qebûlkira, meyê ew gönd indakirana. H’îmkirinê meye dinê p’ir’h’ejmar hene, k’a  ew r’ê çima me lazime. Yanî, pêþdanîna QÇ’ hate qebûlkirinê, û  xilazîyê ew û isa jî- Ermenîstanê, Ûr’isêtê û Adrbêcanê qebûlkirin. Bi h’esavê r’ê hindava t’emamîya alîyada serwextbûn hebû, û giþta ew qebûlkirîye”,- Harût’yûnyan gotîye.

Sedrê Arsaxê anî bîr, wekî göhastina r’iya sivdera Laçînê bi e’lametîya sêalîye 9-ê meha sala 2020-îye çirîya paþin têr’adîtîbû. Ewî kire bangî h’esarkirina Arsaxêye vê gavê göhastina r’êva girênedin- bi bîranîna, wekî çûyîna bi sivdera Laçînyê isa jî bi aksîa t’ebyetp’xarêzaye qelpe r’iya qedexedadbû. “E’melê Adrbêcanê göhastina r’êva girêdayî nînin”,- Harût’yûnyan e’lamkirîye.

Ewî isa jî derheqa gönek’arkirinê li nav-nîþanê derge-dîwanê Arsaxê sewtbûnêda xeverdaye, wekî bi r’iya sivderêye t’eze xeta r’adestkirina ÿnêrgîa ÿlêktrîkîyêye t’eze lûlê gazêye t’eze çênekirine, k’îjanê mecal daye Adrbêcanê ÿlêktrîkê û gazê ser Arsaxê bibir’e.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button