
Navenda operasyonê ya mîsyona çavdêriyê ya Yekîtiya Ewropayê ya li Ermenistanê li Kapanê hatîe vekirinê. Di vekirinê de Waliyê Herêma Syûnîkê Robêrt Xûkasyan, Serokê Mîsyona Sivîl a Yekîtiya Ewropayê ya li Ermenîstanê Markûs Rîttêr, Alîkarê Serokê Giştî Yan Plêşîndêr amade bûnye.
Serokê nûneratiya sivîl a Yekîtiya Ewropayê li Ermenistanê da zanîn ku, li gorî plana şanda Yekîtiya Ewropayê, diviyabû 6 navendên operasyonê li Ermenîstanê bihatana avakirin û îro gavek din jî nêzîkî wê bûne.
Li gorî berpirsê nûnertiya sivîl a Yekîtiya Ewropayê li Ermenîstanê, ew dixwazin piştî Kapanê navendan li Îjêvan û Yêghêgnadzorê jî vekin.
“Ji ber cihê erdnîgariya stratejîk ev navenda li Kapanê ji aliyê erka mîsyona Yekîtiya Ewropayê ve girîng e. Û ev navend dê rê bide me ku em bi rêkûpêktir li ser rewşa ewlehiyê ya Syunik û Kapanê rapor bikin.