All NewsTop

Ji bo ku lihevhatineke aştiyê pêk were gere Bakû û Êrîvan lihevkirinên dijwar bikin. Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê

Waşîngton li ser danûstandinên li ser peymana aştiyê ya Ermenistan û Azerbaycanê berdewam e û di wê baweriyê de ye ku  bigihîjîne rêkeftinek aştiyê. Ev beş ji aliyê berdevkê wezareta derve ya Amerîka Matyû Mîllêr va, di bersiva pirsiyara derbarê proseya danûstandinên navbera Êrîvan û Bakûyê û peywendiya telefonî ya vê dawiyê ya wezîrê derve Blînkên û serokê Azerbaycanê Alîyêv, hatîe ragihandinê.

  Berdevkê Wezareta Derve gotîe. – “Me her tim gotiye ji bo rêkeftina aştiyê divê her du alî lihevkirinên dijwar bikin. Ji ber vê yekê jî Wezîrê Derve bi serokên Ermenîstan û Azerbeycanê re gotûbêjan didomîne da ku wan teşwîq bike ku wan lihevkirinên dijwar bikin da ku em bigihin rêkeftinekê.”

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button