All NewsTop

Em hazir in ku pêşniyarên maqûl ên ji bo hevdîtinê bi nûnerên Azerbaycanê re gotûbêj bikin. Wezareta Derve ya Qerabaxê

Wezareta Derve ya Qerebaxê, girîngiya berjewendiya giştî di destpêkirina muhtemel a diyaloga Stêpanakêrt-Bakû da hem li Qerebaxê hem jî li Ermenîstanê nas dike, di heman demê de naxaze hûrgilî bike  li ser hevdîtinên  yên ku ji ber wî pêk nehatine şîrove bike.

Wezareta Karên Derve ya Qerebaxê di bersiva pirsiyara Armenpressê de li ser nûçeyên ku di qada ragihandinê ya Ermenîstanê de der barê hevdîtina muhtemel a di navbera nûnerên Komara Qerebaxê û Azerbaycanê de cih digirin de ev agahî daye.

Wezareta Derve ya Qerebaxê herwiha gotîe: “Em dixwazin tekez bikin ku rayedarên Komara Qerebaxê her dem amade ne ku pêşniyarên maqûl ên derbarê lidarxistina civînên di navbera nûnerên Artsax û Azerbaycanê de gotûbêj bikin.”

“Eleqeyek wisa ji aliyê me ve heye. Eger aliyê Azerbaycanê jî amadehiyeke wiha nîşan bide dê rê li ber destpêkirina diyalogê veke. Di vê çarçoveyê de em careke din tekez dikin ku divê diyaloga di navbera  Qerebaxê û Azerbaycanê de bi formek lihevkirî ya navneteweyî û bi erkek guncaw pêk were”.-  ji beşa siyasî ya derve ya Qerebaxê gotîe.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button