
Balyozê Ermenistanê yê bi erkên taybet Êdmon Marûkyan li ser rûpela xwe ya Twitterê nivîsîe, Azerbaycan bi binpêkirina hemû pîvanên hiqûqa navneteweyî, ev 7 roj in bi awayekî neqanûnî şandina 400 ton alîkariyên mirovî bo Qerebaxa Çiyayî nahêle.
Azerbeycanê ev 233 roj in Korîdora Laçîn a yekane rêya ku Qerebaxê bi Ermenîstanê û hemû cîhanê ve girêdide girtiye û gel mehkûmî birçîbûn û tunebûnê dike.” wî nivîsîe.
Di nivîseke din de Marûkyan gotîe ku Ermenistan dorpêçkirina berdewam a alîkariyên mirovî û siyasîkirina gihandina alîkariya mirovî şermezar dike.