PoliticsTop

Vahagn Xaçaturyan bi serokê Komîteya Lîstikên Pan-Ermenî yên Cîhanê re hevdîtin kir

Serokê Komara Ermenîstanê Vahagn Xaçaturyan bi Serokê Komîteya Lîstikên Pan-Ermenî ya Cîhanê Îşxan Zakaryan re hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de Îşxan Zakaryan li ser xebatên amadekarî û rêxistinî yên beriya 8’emîn Lîstikên Havînê yên Pan-Ermenî hûrgilî pêşkêşî Serokomar kir. Mijarên têkildarî derbaskirina çalakiya werzîşê ya Pan-Ermenî di asta bilind de, hatin nîqaşkirin.

Serok Vahagn Xaçaturyan di axaftinê de tekezî li ser wê yekê kir, ku ew amade ne bi qasî ku ji destê wan tê, piştgiriyê bidin xebatên Komîteya Lîstikên Pan-Ermenî yên Cîhanê.

Zêdetirî 7 hezar beşdar ji 179 bajarên 41 welatên cîhanê ji bo beşdariya 8emîn Lîstikên Havînê yên Pan-Ermenî yên sala 2023an bibin, wê bêne Ermenistanê.

Em bi bîr tînin ku 8’emîn Lîstikên Havînê yên Pan-Ermenî yên sala 2023’an wê di navbera 5-19’ê Tebaxê de li Giyumrîê bê derbaskirin, ji bo 17 werzişan 107 madal wê bên kişandin. Merasîma vekirina 8’emîn Lîstikên Havînê yên Pan-Ermenî wê li Giyumrîê, merasîma bidawîbûnê jî li Êrîvanê bê organîzekirin.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button