PoliticsTop

Lêvon Têr-Pêtrosyan û balyozê Amerîkaye li ser pirsgirêkên girêdayî rewşa mirovî ya li Qerebaxê gotûbêj kirin

Serokomarê Ermenistanê yê pêşê Lêvon Têr-Pêtrosyan di 31ê Tîrmehê de li mala xwe de bi Balyoza Awarte û Temsîlkar a Amerîkayê ya li Ermenîstanê Krîstîna Quînn re hevdîtin kir.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokomariyê, di axaftina, ku saetekê zêdetir dom kir, pirsgirêkên têkildarî rewşa mirovî ya li Qerebaxê bi giranî hatin nirxandin.

Seroka beşa siyasî û aborî ya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Ermenîstanê Alîson Hanna, Seroka Beşa Karûbarên Siyasî Jennîfer Hedda û Midûrê Ofîsa Serokomariyê Avetîs Avagyan jî di civînê de amade bûn.

Дьhа зедә бьдьнә к҆ьвше
Back to top button